• [email protected]
  • Kurdî (KU) Deutsch
  •  Home
  •  About Us
  •  References
  •  Contact

 

 
  •  

Nivîskar

Pergaleka ji bo nivîskarên Kurd hatiye sazkirin. Pergal wekî Projeya Hêvî Group, koma Kar û projeyên nûjen yê Kurdewarî hatiye sazkirin. Her nivîskarê Kurd dikare malpera xwe pir hesan vebike û bikar bîne.
 
Niviskar.org ji bo hemû cûreyên nivîskarîyê linber xizmeta we ye. Ji bo ku nivîskar bihê gotin ne divê îlla xwedîyê pirtûkekî be.
Kî ne ev nivîskar;
+ Nivîskarên pirtûkan
+ Nivîskarên blogan
+ Nivîskarên helbest û awazan
+ Nivîskarên nivîsbarîyê(Kodnûs)
+ Lêkolînêr
+ Wergêr
Bi endambûna niviskar.org'ê hûn dikarin çi bikin?
Gava tu bibî endam:
+ Malperekî bi navê http://navete.niviskar.org ji te re vedibe.
+ Dikarî nivîsekî derbarê xwe û jînenîgarîya xwe biweşînî
+ Serdêrên malpera te dikarin bi te re pêwendî deyînin.
+ Endambûn û bikaranîn bê pere ye.
+ Di malpera xwe da, ku hebe dikarî pirtûkên xwe bidî nasîn, gotarên xwe û vîdyoyên xwe an jî vîdyoyên ku dixwazî biweşînî.
+ Bi xêra pergala pirzimanî dikarî şandîyên xwe bi zimanê din jî biweşînî.
+ Ji bo malpera te çend kiras(şablon) hene ku me amade kiriye. Bi vê dikarî xuyanga malpera xwe biguherînî.
+ Ji bo ku şandîyên dihên weşandin bigihîjin bêhtir kesan, malpera te bi pergala nexşeya malperê dixebite. Ango nivîsên dihên weşandin ji ber xwe ve bi motorên lêgerînê yê wekî Google, Yandex û Bingê ve dihên dîtin.
Ev xizmeta Niviskar.org ji bo nivîskarên Kurd û Kurdî diramînin bi rêka Hêvî Group ji aliyê bernamegerê Kurd,
Xêro Mîrza
ve hatiye sazkirin.
Bi temamî bê pere ye û tu têkiliya wê bi tu partî û rêxistin û tevgerên sîyasî an ne sîyasî ve tune.

  • Project Name: Nivîskar
  • Owner: Xêro Mîrza
  • Date: 20 Jun 2018
  • Site Url: https://niviskar.org

Useful Links

  •  KurdFM
  •  Her Tişt
  •  Malpera Nivîskar

Pages

  • About Us
  • Datenschutz
Copyright © 2023 HÊVÎ GROUP All Rights Reserved.
System Coded by Xêro Mîrza
Wir verwenden Cookies zur anonymisierten Website Analyse. Das hilft uns bei der Verbesserung dieser Seite. Mehr erfahren